Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çînê di Salvegera Çaksaziyan de Peyvekê Pêşkeşî Gel Dike


Serokê Çînê Xi û Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Çînê Xi û Serokê Amerîka Donald Trump

Îro Sêşemê serokê Çînê Xi Jinping li bîranîna 40 saliya çaksaziyan dê peyevek giştî pêşkeşî gelê Çîne bike.

Ajansa Reuters li gur ajansa Xinhua ya Çînê radigehîne ku Xi dê di kongireyê de, ku dê li hola Gel ête encam dan peyvek giştî pêşkeşî endamên kongirê û tevaya gelê Çînê bike.

Lîderê berê yê Çînê Deng Xiaoping li sala 1978ê dest bi rêformên aborî kir bû û deriyê Çînê bo bazirganî û bazarên derve vekir bû, herwiha hin serbûrên sermayedarî anî bûn welat, ev bûn sedema ku Çîn ji hejariyê rizgar bibe û welatê xwe bibe hêzeke aborî mezin.

Şerê aborî yê Çînê li gel Amerîka bû sedem ku karsazên Çînî û şêwirmendên dewletê û sazî û Instîtuyên lêkolîn û pêşdabirinê daxwaza çaksaziyên lezgîn kirin û kerta taybet ji sîbera dewletê rizgar kir, heta niha Çîn bûye welatê duyan li cîhanê yê xwedî aboriyek herî bihêz.

XS
SM
MD
LG