Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Soza 400 Hezar Dozên Vaksîna COVID-19 Dide Afganistanê


Karbidestên Afganî îro Duşemê ragihand ku Çînê soza şandina 400.000 dozên vaksîna Sinopharm ya COVID-19 daye.

Xulam Destegir Nazarî, berpirsê wezareta saxlemî ya programa vaksînkirinê agahî da ajansa Reutersê.

"Balyozê Çînê yê li Kabul di civînekê bi karbidestên saxlemîyê re de got ku welatê wî dê 400.000 dozên vaksîna COVID-19 peyda bike."

Nazarî ragihand ku vaksîna Sinopharm li Çînê tê hilberandin û ji hêla Rêxistina Saxlemîya Cîhanî ve hatiye pejirandin, lê ne zelal e ku ew vaksîn dê kengî bigihejin destê wan.

Wî da zanîn ku heya niha zedeyî 1.200 karmendên saxlemîyê li tevahîya 34 eyaletên Afganistanê hatine vaksîn kirin.

Karbidestekî Afganî yê din jî ragihand ku vaksînkirina endamên hêzên ewlehîyê jî destpê kiriye.

Hêzên hikûmeta Afganî ji Îlonê vir ve, rûbirûyê êrîşên dijwar in ku serhildêrên Talîban têne tawanbar kirin.

Di navbera hikûmeta Afganî û rexistina Talîbanê de danûstandinên aştîyê di Îlona 2020'an de li paytext Doha ya Qeterê bi navbeynkariya Amerîka destpê kiribû, lê gotûbêj pir hêdî didomin.

Talîban bi rengekî xurt berpirsîya êrîşên red dike.

Hevdem, koma tundrê dibeje ku rexistin piştgirî dide bernama vaksînlêdanê.

Afganistanê ji Hindistanê 500.000 dozên vaksîna AstraZeneca wergirt da ku Sêşema borî dest bi vaksînkirina seranser welêt bike.

Karbidestên saxlemîya Afganî dibêjin ku programa navneteweyî ya COVAX wê jibo dora 4 mîlyon Afganîyan vaksînan peyda bike.

Afganistanê heya niha 55.733 bûyerên vîrusa korona û 2.444 kuştinên jiber heman vîrusê ragihandine.

Lê, pispor dibêjin ku jiber hejmara hindik ya testan û tunebûna sazîyên saxlemîyê, pêzanînên pandemîya COVID-19 li Afganistanê bi rengekî berbiçav kêm têne tomar kirin.

XS
SM
MD
LG