Wezîrê karên Derve yê Çînê û endamê konseya dewletê Wang Yi îro Pêncşemê bi rêka telefonê bi hevtayê xwe yê Brîtanî Dominic Raab re hevdîtinek kiriye.
Wang Yi di hevdîtinê gotiye ku divê Afganistan ji hêla civaka navneteweyî ve wekî qada şer ya jeopolîtîkî neyê bikar anîn.
Wezareta karên Derve yê Çînê di derbarê hevdîtinê daxuyanîyeke ragihand.
Di daxuyanîyê ji zarê Wang Yi hat dest nîşan kirin ku rewşa Afganistanê hîn jî ne aram e û divê civaka navneteweyî givaştinên ser welêt zêde neke.