Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Hişyarî Dide Kompanîyên Rojavayî ku Nekevin Nav Kêşeya Sîncanê


Hikûmeta Çînî îro Duşemê hişyarî da kompanîya H&M ya Swêdî û çend şîrketên din ku xwe tev li sîyaseta navxweyî ya Çînê nekin û daxuyanîyan nedin.

“Nabe ku H&M kiryarên xwe yên aborî têxe renekî sîyasî. Gelo H&M dikare di bazara Çînî de diravan qeznc bike? Na, nema dikare!” Xu Guixiang, berdevkê hikûmeta Sîncanê di preskonferansê de got.

Xu îdia kir ku H&M bi ketina nav sîyasetê, kevir li lingê xwe xist zararê dide dahatîyên xwe.

H&M, Burberry, Nike, Adidas û hin kompanîyên din yên Rojavayî ji hefteya borî vir be bûne armanca boykotên Çînî jiber daxuyanîyên wan yên derbarê çavkanîya pembûyê li herêma Sîncanê ya Çînê.

Girjîya ku mezintir dibe di vê demê de tê ku Amerîka û hikûmetên Ewrupî, Çînê bi bi binpêkirina mafê mirovan ya li herêma Sîncanê tawanbar dikin.

Kartînerên medya civakî yên Çînî daxuyanîyeke H&M ya sala 2020’an belav dikin ku gotibû ewê nema ji herêma Sîncanê pembûyan bikire.

XS
SM
MD
LG