Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dijî Belavbûna Vîrusa Korona Tedbîrên Xurt Werdigire


Hikûmeta Çînê îro Pêncşemê ragihand ku hatin, çûna du bajarên mezin, ku navenda belavbûna vîrusa korona (coronavirus) ye, hatiye qedexe kirin.

Li bajarê Wuhan ku 11 mîlyon kes li wirê dijîn, hemî awayên veguhastina civakî hatine sekinandin û ji rûniştvanan hat xwestin ku ji bajêr dernekevin.

Çend demjimêr piştî wê biryarê, vê carê jî li bajarê Huanggang ya nîfûsa wê 7 mîlyon e, biryareke heman rengî hate dayîn û çûn û hatin li wê derê hate qedexe kirin.

“Asêkirina 11 mîlyon kesan li nav bajarekî di warê saxlamîya civakî de tiştekî nedîtî ye û ew ne pêşnîyara me ye,” nûnerê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ye li Pekînê Gauden Galea ji Reutersê got.

Karbidestên Çînî radigihînin ku heta niha 17 kes di encama belavbûna vîrusê de hatine kuştin û dora 600 kesên din jî tûşî wê nexweşîyê bûne.

Karbidestên saxlemî ditirsin ku hejmara belavbûna vîrusa korona di vê dema behnvedana salane ya yekhefteyî de bilindtir be jiber ku bi sed mîlyonan Çînî serêdana hezkirîyên xwe dikin.

Sala Nû ya Heyvê, ku roja Şemîyê destpê dike, li Çînê behnvedaneke girîng e loma karbidest di xemê de ne ku ew nexweşî zûtir û hêsantir belav bibe.

Heta niha bi zelalî nayê zanîn ku vîrusa korona çawa belav dibe, lê bawerî heye ku ew nexweşî bi rêka heywanên kovî ku li bazara bajarê Wuhan dihatin firotin derketiye.

Karbidestên saxlemî yên Çînî bal dikşînin ku heta niha dermana vê vîrusê tuneye û germahîya leşê, dijwarîya behnkişadinê, kûxîn hîn nîşaneyên wê nexweşîyê ne.

XS
SM
MD
LG