Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje ku Ewê Pirtir Testên COVID-19 Bike


Polîsên li herêma Jilin

Hikûmeta Çînê îro Pêncşemê ragihand ku ewê pirtir testên COVID-19 bike û peyvajoya çavdêrîkirina wê nexweşîyê xurt bike ku pêleke nû ya vîrusa korona destpê neke.

Berdevika Komîsyona Saxlamî ya Netewî ya Çînê, Song Shuli di preskonferansa rojane de got ewê tedbîrên dijî koronayê sist nekin.

Heta niha li Çînê pirtir ji 4,600 kes jiber vîrusa korona hatine kuştin û hejmara rojane yên pêketinên nû yên COVID-19 bi awayekî berbiçav kêm dibe.

Lê, di demên dawî de li herêmên bakurê rojhilat yên wek Jilin û Liaoning hejmarên bilind yên pêketnê tên ragihandin û ew jî Pekînên re bûye xemeke mezin.

XS
SM
MD
LG