Wezareta Darayî ya Çînê îro Pêncşemê ragihand ku ew 1 mîlyar yuan ($145 mîlyon) dirav alîkarî vediqetîne herêma Hubei ku bikaribe pêşî li belavbûna nexweşîya coronavirus bigire.
Karbidestên Çînî ragihandibû ku li sernser welêt pirtir ji 600 kesan tûşî wê vîrusê bûne.
Herêma Hubei ji vîrusa kujer zararê herî mezin dîtiye û ew virus cara yekê li paytexta herêmî Wuhan hate dîtin.