Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn ji Hîn Medya Amerîkî Derheqa Karên li Wî Welatî Agahî Dixwaze


Wezareta Derve ya Çînê îro Çarşemê ragihand ku hikûmeta Çînê ji hîn medya Amerîkî derheqa karên wan li nav wî welatî agahî xwestiye.

Berdevikê wezareta derve Zhao Lijian got ku ji Associated Press, National Public Radio, CBS û United Press International hate xwestin ku di nav heft rojan de agahîya daxwazkirî, bi nivîskî pêşkêş bikin.

Edîtorê rojnameya Global Times ya Çînî ji ser Twitterê ragihand ku Beijing dê gavên bersîvder yên hember biryarên Washingtonê bavêje.

Rêvebirîya Amerîka di meha Hezîranê de ragihandibû ku ewê çar dezgehên ragihandinê yên Çînî wek balyozxane bi nav bikin.

Amerîka û Çîn ku peywendîya wna jiber belavbûna vîrusa korona xirabtir bûye, di mehên dawî de hember hevdu gavên tolhilder davêjin.

XS
SM
MD
LG