Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Heriftina Xwaringehêkê da li Çînê 17 Kes Mirî Û 28 Kes Birîndar


Ajansên fermî yên dewleta Çînê ragihand ku roja Şemiyê li bakurê Çînê xwaringehek biserhevda ketiye û bûye sedema mirina 17 kesan û birêndar bûna 28 kesên din, birîna 7 kesan girane.

Tîmên rizgar kirinê, dehan kes li jêr xirbeyan deranîn, û lêgerîn li kesên ku nediyar in tê dom kirin.

Kenalê mediya navxweyî ya Çînê CGNTN daye zanîn ku avahiyê xwaringehê ji 2 qatan pêk tê û avahî taybete bo aheng û semayan, ew li herêma Shanxi ya li bakurê welate, sibeya roja Şemiyê bûyera heriftinê rû daye.

Ajansa Nûçeyan ya Çînê "Xinhua" ragihand ku "45 kes heta niha li jêr xirbeyan deranîne 17 ji wan mirî û 28 jî birêndar birîna 7 kesan girane û 21 kes din jî sivik birîndar bûne".

Hin dîmenên bûyerê di kenalê CGNT da hatine weşandin, diyar dibe ku tîmên rizgar kirinê, cilên pirteqalî û kolavên mikom li xwe kirîne, lêgerînan di nava wêrankariyê da pêk tê, tenê beşek ji tabloyekê nexşandî ku tiştek pê nehatiye diyar dike.

CGNT dibêje, 700 kesan beşdarî di rizgarkirinê da kirîye, her zû sedema heriftina xwaringehê nehatiye zanîn, lê bûyerên weha li Çînê hertim diqewim in û ne tiştek nû ye li wî welatî.

Pir caran sedema bûyerên weha bi geşepêdana bilez ya li welat û pêgirî nekirina bi mercên saxlemiya avakirinê tên girêdan.

XS
SM
MD
LG