Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Hewilên Kontrolkirina Vîrusa Korona Xurt Dike, Cîhên Turîstîk Qedexe Dike


Hikûmeta Çînê tedbîrên jibo kontrolkirina vîrusa korona xurt dike ku heta niha 26 kes jiber wê jîyanên xwe hinda kirine û 830 kesên din jî tûşî wê vîrusê bûne.

Hikûmeta Çînê îro Înê ragihand ku dîtina navendên hezkirî yên turîstan Bajarê Qedexekirî û Dîwarên Mezin hatiye qedexe kirin û li 10 bajarên din jî alavên veguhastina giştî yên wek otobus, tren û metro hatine sekinadnin.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) jiber firehbûna nexweşîya kujer jibo Çînê rewşa awarte ragihand û hişyarî da ku îhtîmal e hejmara kesên ku bi wê nexweşîyê ketine pirtir be.

WHO dide zanîn ku bûyerên mirinê heta niha tenê li Çînê hatine dîtin, lê ew bal dikşîne ku li Tayland, Vîyetnam, Sîngapor, Japonya, Koreya Başûr, Taywan û li Amerîka jî ew virus hatiye dîtin.

Karbidestekî saxlemî yê Brîtanî ji Reutersê re got ku li wê derê ji çend bûyerên vîrusa korona hatine dîtin.

Medya Tirkîyê jî rahihand ku jineke Çînî ku tûşî vê vîrusê bûye li Stenbolê hate dîtin û ew ji Şînê re hate vegerandin.

Wezareta Darayî ya Çînê roja Pêncşemê ragihandibû ku ew 1 mîlyar yuan ($145 mîlyon) dirav alîkarî veqetandiye herêma Hubei ku bikaribe pêşî li belavbûna nexweşîya coronavirus bigire.

Karbidestên saxlemî ditirsin ku hejmara belavbûna vîrusa korona di vê dema behnvedana salane ya yekhefteyî de bilindtir be jiber ku Çînî li benda Sala Nû ya Heyvî ne ku roja Şemîyê destpê dike.

Di vê hefteya behnvedanê de bi sed mîlyonan kes serêdana hevdu dikin, loma karbidest di xemê de ne ku ew nexweşî zûtir û hêsantir belav bibe.

Heta niha bi zelalî nayê zanîn ku vîrusa korona çawa belav dibe, lê bawerî heye ku ew nexweşî bi rêka heywanên kovî ku li bazara bajarê Wuhan dihatin firotin derketiye.

XS
SM
MD
LG