Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn û Rûsya Dibêjin di Danûstandinên Navokî yên bi Îranê de Pêşveçûn Heye


Çîn û Rûsya îro Înê radigihînin ku di danûstandinên navokî yên bi Îranê de pêşveçûn heye ku her du alî careke vegerina peymana 2015’an.

Çîn û Rûsya da zanîn ku hemî alîyên peymanê wê di hefteya pêş de jinûve bicivin.

Balyozê Rûsya yê karên atomî Mikhail Ulyanov got ku di danûstandinan de alîyên beşdar xebatên pisporan nirxandin.

Ulyanov dîyar kir ku di axaftinan de hin pêşveçûn peyda bûne û alîyên beşdar wê di hefteya were de bicivin ku rewşa erênî bidomînin.

Nûnerê Çînê, Wang Qun jî got ku hemî alîyên danûstandinan cudabîrîyên xwe kêmtir kirin û ew dibînin ku jibo pêşveçûnên pirtie derfet heye.

Çavdêr hişyarî didin ku ne Amerîka ne jî Îran gelek geşbîn in ku ew danûstandin encamên gelek erênî derxînin.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price do Pêncşemê gotibû ku danûstandinên li Vîyana erênî ne, lê dîyar kiribû ku divê bendewarîyên ji wan danûstandinan ne zêde bin.

Îranê di 2015’an de bi hêzên cîhanî re peymana navokî îmza kiribû, lê serokê berê yê Amerîkî Donald Trump Washington ji wê peymanê vekişandibû.

XS
SM
MD
LG