Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dijî Hin Karbidestên Amerîkî Toleyên Nû Radigihîne


Alên Çîn û Amerîka

Sernivîsa rojnameya Global Times îro Sêşemê got ku Çîn dê toleyan li ser karbidestên payebilind yên Amerîkî yên ku serdana Taywanê ragihîne.

Edîtorê rojnameyê Hu Xijin li ser hesabê xweyê fermî yê Twîtterê ragihand ku ewê ti carî destûr neyê dayîn kesên ku werin cezakirin da ku bikevin welatê Çînê.

Wî herwiha got ku hemî kompanîyên Amerîkî ku pêwendiya wan bi Taywanê re hebe, wê mafê ketina nav bazara bazirganî ya Çînê hinda bike.

Hejayî balkişandinê ye ku rojnameya Global Times ji hêla People's Daily, rojnameya fermî ya Partiya Komunîst ya desthilatdarîya Çînê ve tê weşandin.

XS
SM
MD
LG