Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Ewê jibo Karên Dijî Korona 30 Mîlyon Dolar Bide WHO


Çînê ragihand ku ewê 30 mîlyon dolar alîkarî bide Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO).

Wezareta Derve ya Çînê dîyar kir ku ew alîkarî dê di têkoşîna dijî vîrusa korona de were xerc kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû WHO di têkoşîna dijî vîrusa korona de şaş tevgerîye, xwe pirtir nêzîkî Çînê kiriye û alîkarîya bo wê rêxistinê rawestandibû.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG