Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

18 Çalakvanên Bûyera Şêladizê Hêj di Zîndanê De Ne


Hijmarek çalakvan û rojnamevanên di bûye Şêladizê de ji aliyê hêzên ewlehyê ve li parêzgeha Duhok hatbûn girtin. 7 kes ji girtiyan di heftîya yekê de hatin azadkirin.

Roja Yekşemba bûrî 3 kesên din li Duhok bi kefalet hatin azadkirin. Lê di heman demê de 2 kesên din li Şêladizê hatin girtin.

Parêzerên dilxwaz "xwebexş" yê dosya girtiyan birêz Remezan dibêje, "belê xweş bextane, berî du rojan piştî me daxwaza berdana wan kirî ku azad bibin bi şêwekê kefalet, biryar hat girtin ku 3 kes bihên azad kirin û 3 kesên dî li zîndanê dimînin, herweha me daxwaz kir bû ku 13 kesên li Şêladizê ew jî bi kefalet bihên berdan, lê paşî girtiyên Şêladizê bûn 15 kes piştî ku 2 kesên dî hatin girtin, 16 girtî bi madê 156 yê qanûna Îraqê hatine girtin ku madekê girane bo girtiyan".

Parêzerên dilxwaz yên Duhok û Hewlêr hewil didin, da ku kesên girtî bihên berdan, herwiha ji dadgehê dixwazin ku madê ew li ser hatine tawanbar kirin ji madê 156 veguhêzin bo madê qanûna jimare 11 ya ji aliyê parlamena Herêma Kurdistana Îraqê li sala 2010an de derketî, jiber ku dema li gur madê 156ê ya qanûna Îraqê bihên sizadan, dê sizayek giran be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:43 0:00

XS
SM
MD
LG