Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanê Belarûsî Vitaly Shishov li Ukrayna Dalîqandî Hat Ditîn


Çalakvanê Belarûsî Vitaly Shishov li parka nezîkî mala xwe yê li Kyiv daliqandî hat dîtin. Ew li Ukrayne di surgûnê de bû û polîsê Ukraynî ragihand ku lepirsina kuştinê hatiyê destpê kirin.

Shishov revêbirîya rexistinekê li Kyivê dikir ku alikarîya Belarusîyên ku ji tepeserkerinê direvin dike. Hevjîna Shishow roja Dûşemê ragihand ku pişti ku ew ji bo werzişê derketîye derva, wenagerîye mal.

Polis got ew lêpirsinekê krîmînalî vekîrîne bo ew kuştina gumanbar. Her wiha ew lekolin dikin gelo erişker xwestine ku kuştina wî, wekî xwekujerî nîşan bidin.

Hevkarên Shishov yê 26 salî dibejin ew bi sedema ku tevlî xwepeşandanên li diji hîkûmetê bû, ji Belarusê derketî bû û ji ve demê vir ve dihat çavderî kirin. Her wiha, ew ji ber gefên kuştin û rewandinê ji hatibû hoşyari dayin.

Welatên Ukrayna, Polonya, û Litvanya bûne stargeh bo hemwelatîyên Belarusî di dema tepeserkirinê ji aliye Serok Alexandar Lukashenko pişti iddiayen ku di hilbijartina sala par de sextekarî çebû.

Bi hezaran xelk û rêberên opozîsyonê hatin girtin an ji derketin derveyê.

XS
SM
MD
LG