Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fexrî Şeker: Festîvala Filmên Kurdî Li New York Pênasînek Hêja Ye Ji Çanda Kurdî Re


Li bajarê New York 5'mîn festîvala film û çanda kurdî li dar ket, ku di 10 meha îlonê de destpê kir ta 12 Îlonê, bi beşdarîbûna 15 filmên kurdî û hin çalakiyên din wek muzîk û imzekirina pirtûkan.

Ev Festîval ji aliyê Xeya Qertal birêve diçe ku ji sala 2017an destpê kiribû û salane berdewam dibe bi pêşkêşkirina filmên kurdî û çalakiyên çand û hunera kurdî li bajarê New York.

Fexrî Şeker endamê rêvebertiya vê festîvalê li ser dibêje : "Ev gavek erînî û hêja ye ji bo pênasîna and û hunera kurdî bi gelê amerîkî re."

Festîval li landmark movie theater Village East Cinema bû, holek mezin ya sînema ye li New York.

Fexrî dibêje ku pêwîstiya festîvalê bi piştevaniya revenda kurdî li Amerîka heye û ya din jî beşdarîbûna kesên behremend û çalak di festîvalê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:26 0:00


XS
SM
MD
LG