Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina GIZ Ya Almanî Piştevanîya Çandinê Dide Parêzgeha Duhok


Projek Çandinê li Duhok

Rêxistina Almanî "GIZ" hejmarek xaniyên şoşe- plastîkî radestî fakolteya çandinê ya zanîngeha Duhokê kirin, bi armanca ku piştevaniya çandinê bidin parêzgeha Duhok û xwêndkarên zanîngehê beşa çandinê li ser projeyên nû û teknolojîya nû ya pêşda birina çandinê li wê herêmê fêr bikin, herwiha da ku xelkê herêmê bikarin di hemû demsalan de berhemên çandinê bidest bixin.

Ebdî Îbrahîm pisporê di warê çandinê de li dor alîkarîya rêxistina Almanî dibêje"Ev di warê çandinê de dê pêngavek baş be û guherînên ber bi pêş de peyda bike, weke mînak, teknolojîya van xaniyên şoşe yan jî yên plastîkî li gel yên din gelek ciyawaz e û pêşketîne".

Ebdî Îbrahîm dîsan dibêje, ev corên projeyan dê sûda wan hebe, hem bo cotyaran û hem ji ji bo xwendekaran.

Wek tê zanîn ku rêxistina Almanî GIZ "Gesellschaft für Internationale Zusammenarbeit", ango Civaka Navnetewî ya Bihevre Kar Kirinê, ji sala 2014an de li Îraqê û Herêma Kurdistanan Îraqê kar dike, û di gelek waran de alîkarî daye penaberan jî, bi taybet piştî şerê DAIŞê vê rêxistinê gelek xizmet li herêmê kirîye.

Rêxistina GIZ di gelek waran de proje pêşkeşî xelkê herêma Kurdistanê kirine bi taybet di warê çavdêrîya zarok, xwendkar û penaberan de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG