Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdîyên Efrînî yên Derbider Çarşema Sor Pîroz Dikin


Êzîdîyên Efrînî yên li penageha Şehba derbider in, cejna Çarşema Sor anku sersala Êzîdî bi merasîmekê pîroz kir.

Di merasîmê de qewlên olî û dua hatin gotin, herwiha gotarên sazî û rêxistinên Êzîdîyan û yên Rêvebirîya Xweser hatin xwendin.

Silêman Cafer
Silêman Cafer

Rihsipî û rewşenbîrê Êzîdî Silêman Cefer got ku ev cejin ya vejîn û afirandinê ye.

"Li gor mîtolojîya me weke îro Tawsê Melek dakete ser erdê û ew şên kir, bi kesk û sor û zer û spî rengîn bû, loma ev cejn ya xwezayê ye, em tê de aştîyê dixwazin, em destê xwe bidin hev û çareserîyê bibinin.”

Çarşema Sor weke Çarşema serê Nîsanê jî tê zanîn ku li gor salnameya şerqî dikeve Çarşema yekê ya meha Nîsanê.

Di vê rojê de hêk bi rengên gerdûnê tên xemlandin û Êzîdî derdikevin nav xwezayê yan mezargehên olî û cejnê pîroz dikin.

Lê ev 4 sal in ku Êzîdîyên Efrînê yên derbider ji van merasîmên cejnê mehrûm mane, loma hêvîya wan vegera Efrînê ye û dîsa cejnê li cihên xwe yên pîroz vejînin.

Hêjayî bîrxisitinê ye ku 23 gundên Êzîdî li Efrînê hene, lê ji dema destdanîna Tirkîyê ya ser herêmê vir ve piranîya Êzîdîyan derbider bûne, tundî û binpêkirina dijî mezargeh û pîrozîyên ola Êzîdî jî didomin.

Rêxistina Syrians for Truth and Justice eşkere kiribû ku komên çekdar yên ser bi Tirkîyê navenda Yekîtîya Êzîdîyan li Efrînê bi fînanseya rêxistina Îxwan El-Muslîmîn veguherandiye dibistaneke Îslamî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00
XS
SM
MD
LG