Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu û Lavrov Ser Dirêjkirina Peymana Genim bi Telefonê Peyîvîn


Lavrov û Çavuşoglu (Arşîv)
Lavrov û Çavuşoglu (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro Çarşemê bi telefonê axifîn.

Wezareta Derve ya Tirkîyê, bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand rojeva serekî ya axaftin Çavuşoglu-Lavrov Peymana Korîdora Derfirotina Genimê Ukraynî bû û herwiha peywendîyên dualî jî hatin nirxandin.

Çavuşoglu roja Sêşemê jî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re axaftineke telefonî pêk anîbû.

Moskowê ragihandibû ku ew amade ye peymana genimê jibo 60 rojan dirêjtir bike, ku 18’ê vê mehê bi dawî tê.

Lê, Enqere û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku peyman jibo 120 rojan were dirêj kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di çarçoveya Lihevkirina Însîyatîfa Genim ya Derya Reş ya 22’ê Tîrmeha 2022’an, heta îro 24 mîlyon ton genim ji benderên Ukraynî ji cîhanê re hatine şandin.

XS
SM
MD
LG