Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja ykeşemê bi sedanekê gehişte Yunanistanê, ku sibê Duşemê dê bi serdaneke fermî li Atîn (Athena) be.
Çavuşoglu pêşî gehişt herêma Thrace (Traqiya) ya bakurê rojhilatê Yunanistanê ku gelek malbat ji civaka misilman li wêderê dijîn û nêzîkî sinorê Tirkiyê ye.
Li wê herêmê Çavuşoglu hevdîtin ligel muftiyê Komotinî Îbrahîm Şerîf û muftiyê Xanthî Ahmet Mete pêkanîn.
Ev serdana Çavuşoglu ya taybet bo cem civaka misilman rojekê berî serdana wî ya fermî ya Athena (Atîna) hat ku hatiye plan kirin dê sibê Duşemê ligel hevpîşeyê xwe yê Yunanî Nikos Dendias civînan encam bide.
Dehan salane Tirkiye û Yunanistan li ser gelek pirsgirêkan di nava nakokiyan dane, di nav de nakokiya derbarê mafê herêmî yê deriya Îce- Agê, sinorên deryayî û hewayî û herwiha mafê kemaniyan.
Piştî zêdebûna aloziyan li sala par, herdu welat hewil didin têkiliyên xwe baş bikin, nîva meha Nîsana borî wezîrê derve yê Yunanistanê Nikos Dendias hatbû Tirkiyê û danûstandin ligel Çavuşoglu encam dabûn.
Lê di preskonferansa hevbeş de ya zindî de li Enqerê alozî di navbera herdu wezîran de derketbûn û hevdu tawanbar kirbûn û hevdu bi tundî rexne kirin û behsa çewsandinan kir. Yek ji çewsandinên ku Çavuşoglu behsa wê kir girêdayî kemaniyên misilman li Yunanistanê bû. Yunanistan wan weke kemaniyeke olî dibîne, lê Tirkiye wan misilmanan weke ji esil de nejada netewa Tirk dibîne.