Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cavusoglu: Çawa Pêdivî Be Tirkîye Amade Ye Alîkarîya Azerbaycanê Bike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu îro Çarşemê got ku her daxwaz ji Azerbaycanê were, Tirkîye amade ye “bi çi awayî pêdivî be” alîkarîya wî welatî bike.

Çavuşoglu, ew daxuyanî wek bersîva pirsa ser “gelo Tirkîye alîkarîya leşkerî bide Azerbaycanê” da.

Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev, jibo piştgirîya wê sipasîya Tirkîyê kir û got ku welatê wî ne hewceyî alîkarîya leşkerî ye.

Wî got ku dema hêzên Ermenî ji axên wan vekişin, şer wê bi demûdestî bisekine.

XS
SM
MD
LG