Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu Bang li YE'ê Dike ku Ser Hilbijartinên Tirkîyê Nebe Alîgir


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku bo hilbijartinên herêmî nebe alîgir.

Çavuşoglu da zanîn ku daxwaza pêdeçûnê ‘’tiştekî normal e’’ û dîyar kir ku ‘’jiber ku li Stenbolê ferq kêm e û sextekari çêbûne daxwazên pêdeçûnê hene’’

‘’Divê jinûve hejmartina dengan li pêşberî herkesî çêbe û wisa jî dibe. Divê herkes li benda encaman be û rêzê ji biryara dawî re bigire’’ Çavuşoglu got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku daxuyanîyên YE’ê yên ser hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê ‘’ne objektîf in’’ û da zanîn ku hilbijartineke demokratîk li dar ketiye.

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinê, li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye lê AKP daxwaza pêdeçûnan didomîne.

XS
SM
MD
LG