Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin li hev kiriye ku bo Îdlibê komên xebatê bicivin.
Çavuşoglu da zanîn ku Erdogan û Putin xwestine ku komên xebatê di demeke nêz de bicivin.
‘’Me laz da xebatên xwe. Divê êrîş rawestin, êrîşên rejîmê dikare her tiştê xirab bike’’ Çavuşoglu got.
Wî da zanîn ku êrîşên hêzen hikûmetê rê li ber avabûna komîteya qanûna bingehîn digire.
Jêderên ji herêmê radihînin ku di rojên dawî de li Îdlibê pirtirê 120 kes hatine kuştin û bi qasî 150,000 kes ji wir derketine.