Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoğlu: Tirkîye bo Birêvebirina Firîngeha Kabulê bi Amerîka û Qatarê re Dixebite


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku ew bo birêvebirina firîngeha Kabulê bi Qatar û Amerîka re dixebitin.

Çavuşoglu da zanîn ku wan bi Talîbanê re jî hevdîtin çêkiriye û got ku kêşeya sereke ewlekarîya firîngehê ye.

Wî bi rêka NTV ragihand ku 19 teknîkerên Tirk li Kabulê ne ew bi Qatarîyan re ser birêvbirina firîngehê diaxifin.

Tirkîye dibêje heta ku yekîneyên Talîbanê ewlekarîyê çênekin, ewê di mîsyona firîngehê de cîh negire.

Çavuşoglu dîyar kir ku Talîban dikare li derveyî firîngehê ewlekarîyê çêke û li hindur pêdivîya wan bi mekanîzmeyeke ewletir heye.

Wî da zanîn ku ger Talîban li Afganistanê ti hêzê bîyan nexwaze, ew dikarin kompanîyeke ewlekarîyê ya taybet bikar bînin.

XS
SM
MD
LG