Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê di 4’ê Tîrmehê ji Minbicê vekişe.
Çavuşoglu da zanîn ku Tirkîye Amerîka bo nexşerêya Minbicê li hev kiriye û di rojên pêş de ewê YPG li gor wê tevbigere.
‘’Amerîka çek daye û ewê çekan top bike. Emê bi YPG’ê re nedin nestînin. Li gor nexşerêya me, Amerîka dema YPG ji Minbicê derkeve dê çekan ji dest wan bistîne û em jî dê çavdêrîyê bikin’’ Çavuşoglu got.
Çavuşoglu dîyar kir ku Kurdên Sûrîyê, Tirkîye û Îraqê konservatîf in û got ku berovajî wan YPG ‘’rêxistineke terorî ya komunîst, Markîst û Xwedênenas e’’
Çavuşoğlu: YPG di 4'ê Tîrmehê de ji Minbicê Vedikişe
