Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Operasyona Me ya Dijî YPG'ê Ne Girêdayî Vekişîna Amerîka Ye


Mevlut Çavuşgolu û Mike Pompeo
Mevlut Çavuşgolu û Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku operasyona wan ya dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne girêdayî vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê ye.

Çavuşoglu da zanîn ku bi hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo re bi rêka telefonê ser bakurê Surîyê axifîye.

Pompeo do Çarşemê gotibû ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê berevanîya Kurdên Sûrîyê garantî daye.

Çavuşoglu dîyar kir ku Rûsya dibêje ‘’bila YPG dest ji çekan berde’’ û da zanîn ku daxwaza Moskowê nîşan dide ku ‘’YPG gefeke çawa ye’’

Wî bi berdewamî got Tirkîye, hevkarîya bi Rûsya û Îranê re didomîne.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku YPG pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike lê Tirkîye wan wek rêxistinên terorîst dibîne.

Serokê Amerîka Donald Trump di 19’ê Berfanbarê de gotibû ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin.

Karbidestên Amerîkî yên payabilind dibêjin ku heta bo berevanîya hêzên Kurdan yên li Sûrîyê garantî çênebe û DAIŞ jî bi temamî têk neçe, leşkerên Amerîkî dê ji Sûrîyê dernekevin.

XS
SM
MD
LG