Polîsê paytexta Komara Çekê, Prague, ragihand ku çekdarekî li zanîngeheke bajêr çend kes kuştin û birîndar kirin.
Polîsê Prague roja Pêncşemê ragihandinek piştî êrîşa çekdarî ya li zanîngeheke Prague di platforma X'ê (Twittera berê) de belav kir û ji xwendekar û mamosteyan xwest ku li cihê xwe bimînin heta ku polîs rewşê bixe bin kontrolê.
Polîsan got ku hejmareke kes di êrîşê de hatin kuştin û bi dehan birîndar jî hene.
Tîmên hawarçûnê got ku 11 kes mirin û gelek kes birîndar bûn, ji wan neh kes bi giranî û herî kêm 5 kes jî birîna wan navincî ye. Dora 10 kesên din jî bi sivikî birîndar in.
Dezgehên ragihandinê dibêjin bûyer li Koleja Hunerê ya Zanîngeha Charles qewimî. Televîzyona Nova diyar kir ku teqînek pêk hatiye û piştre jî çekdarek li ser banê zanîngehê hatiye dîtin.
Hêzên polîs li derdora zanîngehê hatine bicihkirin û ji welatiyan daxwaz dikin ku li malên xwe bimînin.
Wezîrê Navxwe yê Komara Çekê, Vít Rakušan, ji televîzyona Çek re got ku ne diyar e ku çekdarên din hene yan na. Wî bang li gel kir ku guh bidin pêşnûma û şîretên polîsan.
Hin agahîyên vê nûçeyê ji AFP'ê hatine wergirtin.