Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Amerîka Gefên Rûsya Ser Ukraynayê Mezin Dike


Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin
Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin

Çîn îro Çarşemê Amerîka bi "lîstina gefa şer û avakirina alozîyê" tawanbar kir, jiber ku Serokê Amerîka Joe Biden hişyarî da ku zêdeyî 150.000 hêzên Rûsî hîn jî nêzî sînorên Ukraynayê ne, piştî ragihandina Moskowê ya vekişîna qismî.

Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin di preskonferanseke li Pekînê de ji rojnamevanan re ser mijarê axivî.

"Mezinkirin û dezenformasyonên bi vî rengî yên domdar ji hêla hin welatên Rojavayî ve wê ser pirsgirêkên cîhanê tevlîhevî û nezelalîyê çê bike û herwiha tengasî û dubendîyê xurtir bike," Wang got.

Wang anî zimên ku ew hêvî dikin ku alîyên peywendîdar kempeynên bi vî rengî yên dezenformasyonê rawestînin. Jibo aştî, bawerîya hevpar û bo sûd wergirtina ji hevkarîyê zêdetir hewl bidin."

Çîn jiber helwesta xwe ya ser alozîya Ukraynayê ji hêla hin rêberên Rojavayî ve, tevî serokwezîrê Australyayê Scott Morrison, hat rexnekirin.

"Rêberîya her du serokên dewletan, Çîn û Rûsya, her dem jibo pêşxistina cîrantîya baş û peywendîyên hevkarîyê yên sûdmend yên demdirêj li ser bingeha ne rêkeftinî, ne pevçûn û ne armancgirtina welatên sêyan dixebitin," Wang got.

Welatên Rojavayî jibo kêmkirina alozîyê ser Ukrayna gavên wek kontrolkirina çekan û avakirina pêbaweriyê pêşnîyar dikin, yan jî ji hemwelatîyên xwe xwestin ku ji Ukraynayê derkevin jiber ku dibe ku Rûsya êrîş bike. Lê Rûsya planên dagirkirina Ukraynayê red dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG