Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Topbarana Tirkîyê li ser Gundekî Şêrewa de Zararên Madî Çêbûn


Artêşa Tirk di saetên şeva do Çarşemê de bi dijwarî gundê Aqîbê li nahya Şêrewa ya Efrînê topbaran kir.

Îsa Sîdo
Îsa Sîdo

Di encama vê topbaranê de ku di nava kolan û xanîyan de ketin, zerarên madî di mal û milkê şênîyan de çêbûn.

Gundîyê bi navê Îsa Sîdo ku zarar dîtiye qala topbaranê kir:

“Em li malê rûnştîbûn, ji nişkeve topbaranê destpê kir, topek li erebeya min ket û agir pê ket, jiber dijwarîya topbaranê me nikanîbû derkevin agir vemirînin”.

Topbarana artêşa Tirk ku bi berdewamî gundên nahîya Şêrewa dike armanc bûye cihê nerazîbûna şênîyan û derbiderên ji Efrînê ku, lê bi cîh bûne çimkî jîyana wan dixe metirsîyê, zevîyan dişewtîne û erzaqên wan têk dibe.

Jiber vê rewşê xelkê deverê û derbiderên lê dimînin bi tirs û gazinc in û dixwazin dawî li van êrîş û gefên Tirkîyê were da ku careke din koçber nebin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye artêşa Tirk ji meha çûyî de armanckirina gund û deverên li herêma Şehba û nahîya Şêrewa zêde kiriye ku rojane bê navber topbaran dike.

NR_05_26_2022_Topbaran_Şêrewa
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
XS
SM
MD
LG