Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa li Pakistanê 4 Hêzên Ewlekarîyê Têne Kuştin


Dîmeneke ji teqîneke li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya li Pakistanê (Arşîv)
Dîmeneke ji teqîneke li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya li Pakistanê (Arşîv)

Polîsên Pakîstanê ragihandîn ku roja Sêşemê li navçeya Bajur, ya li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya li ser sînorê Pakistan û Afganistanê, bombeyeke li kêleka rê teqiya ye.

Hevdem wan da zanîn ku teqîn dema ku wesayîteke ku hêzên ewlekarî tê de bûn derbaz dibû, pêk hatiye .

Karbidest payebilind yê polîs Abdul Samad Xan got ku di êrîşê de du polîs û du leşker hatine kuştin.

Wî got ku bi armanca girtina êrîşkaran leşkeran li herêmê operasyoneke daye destpekirin.

Herem, heya çend sal berê wek bingehe Talîbana Pakistanê bû, ku artêşê ragihandbû ku ew herêm ji serhildêran hatiye paqij kirin. Lê, tunditûjîya li wir berdewam kir.

Ti rexistinê pirsiyarîya êrîşê heya niha negirtiye ser xwe.

Lê, ser Talîbana Pakistanê guman hene, yên ku desthilatdarîya Talîbanê ya li Afganistanê wan bi cesaret kiriye, ku tê texmîn kirin ku hîn jî bi hezaran çekdarên Talîbana Pakistanî li vê heremê xwe vedişêrin.

XS
SM
MD
LG