Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de Leşkerekî Tirk li Îdlibê Hate Kuştin, 4 jî Birîndar Bûn


Leşkerên Tirk li Îdlibê (Arşîv)
Leşkerên Tirk li Îdlibê (Arşîv)

Wezareta Berevanîya Tirkîyê îro Sêşemê dîyar kir ku li bakurê rojavaya herema Îdlib ya Sûrîyê dijî karwanek leşkerî ya Tirk êrîşeke muşekî hatiye kirin û di encamê yek leşkerê Tirk hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê di daxuyanîya xwe de got ku hêzên Tirk, bi gulebarankirina armancên ku wan li herêmê destnîşan kirine, bersîva êrîşê dane.

Lê, wezareta Tirk di derbarê êrîşa derengîya Duşemê de ti hûrgulî neda û pirsîyarê êrîşê ranegihand.

Rexistina Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku dema ku karwanek Tirk ya ji heft meşînan li ser rêyeke di navbera xala derbasbûna sînor ya Bab el-Hewa û gundê Kfar Lousin yê sînorê Sûrî derbaz dibû, bombeyek li rex rê teqiya ye.

SOHR got ku yek ji meşînan rasterast derbek xwariye û da zanîn ku ambulans ber bi herêma bûyerê çûne ku leşkerên Tirk yên ku birîndar bûn, rizgar bikin.

Hevdem, rexistinê got ku hêzên Tirkîyê bo demekê herem dorpêç kirine da ku nehêlin xelk bigihîjin wê qadê.

Tirkîyê û Rûsya sala borî, peymanek agirbestê îmza kirin da ku li Îdlîbê herema herî dawî ya opozîsyonê ye,êrişa hikûmeta Sûrî ya bi piştgirîya Rûsyayê were rawestandin.

Rûsya sereke hevalbendê leşkerî yê hikûmeta Sûrî ye, û Tirkîyê jî piştvanîya opozîsyona Sûrî dike.




XS
SM
MD
LG