Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî ya Ser Dibistanekê de Herî Kêm 7 Kes li Rûsya Hatine Kuştin


Dîmeneke ji pêş dibistana li Qazan ku bûyer qewimîye
Dîmeneke ji pêş dibistana li Qazan ku bûyer qewimîye

Li bajarê Qazan ya Rûsyayê îro Sêşemê di encama êrîşeke çekdarî ya di dibistaneke de, herî kêm 7 zarokên xwendevan û yek mamoste hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.

Êrîş, ji alîyê ciwanek tenê ku di nava dibistanê de bi çek gulebaran kiriye, pêk hatiye.

Rustem Minnikhanov, serokê herêma Tataristanê ya fireh, êrîş bo tevahîya welat wek trajedîyekî mezin bi nav kir û got ku di derbarê tevlîbûna kesek din de ti delîl tuneye.

"Me heft zarokan winda kir. Çar kur û sê keç. 16 kes, 12 zarok û 4 mezin, li nexweşxaneyê ne. Terorîst hatiye girtin. Ew ciwanek 19 salî ye ku bi fermî destûra wî ya çek hilgirtinê heye," Minnikhanov got.

Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin nîşan didin ku xortekî li derveyî avahîya dibistanê ji hêla polîsekî ve , li erdê hatiye dirêj kirin.

Ajansa RIA got ku dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe. Rewşa 6 zarokên li nexweşxaneyê de giran e.

Ajansên nûçeyên Rûsî zûtirîn ji zarê çavkanîyek saxlemîyê ragihandin ku 11 kes mirine.

Kremlinê jî dîyar kir ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin ferman daye serokê nobedarên neteweyî ku jibo destûra çekan rêziknameyên tundtir amade bike.

Qazan paytexta eyaleta Tataristanê ye ku piranîya wê Misilman e û nezî 725 km li rojhilatê Moskowê ye.

Bûyer, ji 2018'an vir ve kuştina herî giran ya Rûsyayê ya dibistanê ye, dema ku xwendevaneki li zanîngeheke li Kirimê 20 kes hatibû kuştin.



XS
SM
MD
LG