Berdevikê walîyê eyaleta Sokoto ya Nîjeryayê ragihand ku li heremê di vê hefteyê de jiber êrîşên çekdaran, herî kêm 43 kes hatine kuştin.
Artêşa Nîjeryayê bo têkbirina pêla tundîtûjiyê ya ji alîyê çeteyên çekdar yên ku li bakur -rojavayê welêt wek Bandits têne zanîn, oprasyanan dimeşîne.
Lê, tevî qutkirina telekomê jî, tundî û revandinên li heremê didomin.
Êrîşên herî dawî yên li bajarê Illela yê Sokotoyê ji şeva Yekşemê heta serê sibê ya Duşemê, berdewam kiribûn.
Meha borî jî çekdaran di êrîşeke din ya li eyaletê de herî kêm 43 kes kuştibûn.
Çeteyên çekdar yên ku jibo berjewendîya xwe tevdigerin îsal li seranserê bakurê rojavayê Nîjeryayê bi sedan kes kuştin yan revandin.