Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Hêzên Ewlekarîyê Êrîşî Rojnamevanan Kir


Roja Yekşemê li bajarê Wanê di dema vekirina firoşgeha cil û bergên Vansporê de hêzên ewlekarîyê êrîşî rojanamevanan kirin û hin ji wan darp kirin.

Rojnamevanan di dema vekirina firoşgehê de xwestibû ku dîmenên nava dikanê bikişînin, lê parêzkarên Walî Mehmet Emîn Bilmez, ku di heman demê de qayumê Bajarvaniya Wanê ye, destûr nedabû û navbera her du alîyan alozî derketibû.

Polîsekî ji qiriqa rojnamevanê bi navê Onder Altınal girtibû û ji dikanê derxistibû. Herwiha rojnamevan Mehmet Ali Ekîncî, Fatma Polatcan û Huseyîn Balka rastî tundîyê hatibûn. Rêvebirê Ewlekarîyê yê Wanê Atanur Aydin ket navberê û bûyer da sekinandin.

Piştî bûyerê dîmenên tundîya dîjî rojnamevanan li ser medya dîjîtal hat parve kirin û gelek kes bertekên xwe nîşan dan.

Rojnamevan Arîf Karakaş dibeje ku zerevanên walî, bi sedema ku ew zêde nêzî walî bûye, êrîşî wan kirine.

“Nava dikanê pir teng bû û jiber vê sedemê parêzvanên walî gotin ku hin zêde nêzî walî bûne û nehiştin em karê xwe bikin. Hevalên me hin tiştek ne gotî wan destê xwe avêtin qiriqa rojnamevan Onder Altınal. Fatma Polatcan jî ket erdê û dema Mehmet Alî Ekîncî xwast berevanîya hevalên xwe bike, ew jî rastî tundîyê hat.”

Ji alîyê din vê Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Behra Wanê, Fatîh Sevînç ku di heman demê de rêvebirê karên ragihandinê yê qayuma Bajarvanîya Wanê ye, di daxuyanîyeke nivîskî de got ku astengkirina rojnamevanan nayê qebûl kirin.

“Em jiber vê bûyerê xemgînîya xwe radigihîn û hêvî dikin ku carek din çênebe. Jixwe piştî bûyerê rêvebirê ewlehîya Wanê Atanur Aydin ji rojnamevanan lêborîna xwe xwest û bûyer girt. Lê, dîsa ji hin kesên ku wek rojnamevan dîyar dibin bûyer proveke kirin û sazîya me armac girtin. Em vê yekê qebûl nakin”

Karakaş got ku cemîyetê bi vê daxuyanîyê mina her care mafê rojnamevanan ne parast û bê alî ma.

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel ji Wêzîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu bi rêya pirsameyeke parlemanî êrîşa hêzên ewlekarî pirsî.

“Gelo hun ji tundîya fîzîkî ya hêzên parêzkarên walî ya dîjî rojnamevanan agahdar in? Ger hun agahdar bin, hunê derheqa wan êrîşkaran lêpirsînekê bidin destpê kirin? Jibo parastina jîyana rojnamevanan plankarîyeke we heye?”

Heya ev raport dihat amade kirin, ji alîyê ti karbidestan ve derheqê îdiayên dîjî wan de daxuyanî nehatibû dayîn.

AA_26_04_22_Êrîşa_Ser_Rojnemavanan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00
XS
SM
MD
LG