Zêrevanên Şorişa Îslamî li Îranê ku weke "Heres Al-Sawrî" tên binav kirin ragihand ku, serê sibeya roja Duşemê wan bingehên grûbên çekdar li Sûriyê kirine armanc, yên ku berpirs ji êtrîşa ser meşa leşkerî Îranê tên dîtin li herêma Ehwaz ku roja 22î Îlona bûrî pêk hat bû û gelek kes di êrîşê de hatbûn kuştin, gelek leşkerên Îranê jî di nava kuştiyan de bûn.
Ajansa Fars dîmenên mûşekên balîstî yên Îranê avêtine nav axa Sûriyê weşandine û dibêje, wan 6 mûşekên balîstî avêtine, mûşek bi dûratiya 570 kîlometran gihane armanca xwe li nav axa Sûriyê nêzîk sinorên Îraq.
Kenalê Televizyona fermî ya dewletê nexşeya mûşekan weşnand û dide xûyakirin ku herêma mûşek jê tên avêtin Kirmaşan e, li rojavayê Îranê û herêma ku digihin armanca xwe Elbukemal e li başûrê rojhilatê Sûriyê.
Ajansa nûçeyên Fars dibêje, mûşek ji dirustkirina Îranê ne û bi Zul-Feqar û Qiyam hatine bi nav kirin.
Daxûyaniya Heres Al-Sawrî dibêje, Ew hêzeke leşkerî ya herî xurtin li Îranê "Kolma me ya asinî ya giran û bi bandor amade ye bo ser her hêzeke şerkar û dojminên fêlbaz".
Li heman herêma ku mûşekên Îranê gihanê, li nav axa Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokrta HSD'ê ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin operasyonek li dij bermayên çekdarên DAIŞ'ê li wê herêmê dabû destpêkirin.
Hevpeymaniya Navnetewî ya li dij DAIŞ'ê bi serokatiya Amerîka derbarê êrîşa mûşekan ragihand ku êrîşa Îran bê ku kesek bihê agihdar kirin û pêşwext pêkhatiye.
Kolonêl Sean Ryan peyvdarê hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ'ê got"niha hevpeymanî lêkolîn dike kanê xetera êrîşa mûşekên Îranê li ser hevpeymanan li wê herêmê heye yan na".