Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panela Vekolînkirina Êrîşa Ser Kongresê Dikare Çi Bike?



Di şeş mehan de, ji dema ku alîgirên Serokê Amerîka yê berê Donald Trump jibo gihertina encamên hilbijartinên sala 2020ê êrîşî avahîya Kongresê kir hin Komarî hene ku asta tundîya wê rojê kêm dikin.

Lê, roja Sêşemê hin serbazên polîs ku roja êrîşê avahîya Kongresê diparast, nêrîneke din pêşkêş kir.

Aquilino Gonell, endamekî polîsên Kongresê dibêje ku tiştê ku wê rojê li Kongresê çêbû hewildana derbeyekê bû.

“Eger ew yek li welatekî din ba, ewê Amerîka alîkarî şandiba.”

Gonell, yek ji çar polîsan e ku Sêşemê li Kongresê îfadeya xwe da, derbarê çawa ji alîyê piştgirên serokê berê Trump ve lêdan xwar.

Michael Fanone, serbazekî polîsên Washingtonê, di îfadeya xwe de got ku ew ji nav rêza polîsan hat derxistin û ket nav xwepêşanderan.

“Min bihîst ku kesekî dikir qêrîn, min yek girt. Ez ji alîyê grubeke tund ve hatim dorpêç kirin. Wan nîşana min ya kar û radyoya min ji min stand. Wan herwiha peqemenîya ligel min ji min stand. Paşê bi destên xwe û tiştên hesinî li min xistin.”

Ev her du îfade û hinekên din, tenê destpêk bû bû di roja yekê de ji guhdarîkirinên giştî li paneleke taybet ku xirabtirîn êrîş li ser Kongresa Amerîka di 200 salî de vekolîn dike.

Endamê Demokrat yê Civata Nûneran Bennie Thompson jî got ku ev vekolîn ne cîhê sîyaset û partîzanîyê ye.

“Erka me tenê ew e ku em bidin dû rastîyan heta ku bigihêjin cîhekî.”

Lê, rêberê Komarîyan li Civata Nûneran Kevin McCarthy, Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi rexne kir, piştî ku wê du kesên McCarthy jibo vekolînê hilbijartibûn, ko panelê derxistin.

“Xanim Pelosi jibo vê komîteyê dê tenê wan kesan hilbijêre ku pirsên Pelosî bikin. Ew êdî dibe komîteyeke têkçûyî û raporteke têkçûyî ku kes nikare bawerîyê pê bike,” McCarthy got.

Du endamên Civata Nûneran yên Komarî li dijî partîya xwe derketin û beşdarî panelê bûn. Yek ji wan Liz Cheney bû ku piştî rexnekirina Trump ji posteke girîng hatibû derxistin.

Cheney got ku divê rola Trump di gûrkirina bûyerên êrîşa ser Kongresê de were kolandin.

“Divê em herwiha bizanin ka wê rojê kelî bi kelî çi li Qesra Sipî çêbû. Her peywendîyeke telefonî, her axaftinek û her kombûnek berî êrîşî û wiha jî di dema wê de û piştî wê.”

Panela ku ji 7 Demokrat û 2 Komarîyan ve pêk tê, wê hewil bide ku wekî beşek ji vekolîna wan derbarê êrîşa ku bû sedema mirina heft kesan, li îfadeya karmendên berê yên Qesra Sipî guhdarî bike.

Ev îfadeya nû hişt ku Komarîyê din di panelê de vê vekolînê wekî xaleke veguhestinê ji bo nav û dengê Amerîka binav bike.

Adam Kinzinger, endamê Komarî yê Civata Nûneran got ku demokrasî bi rojên nexweş nayê danasîn. Danasîna me ew e ka çawa em ji nav rojên nexweş derdikevin û çawa li hember wê yekê dibin berpirs.”

Tê çaverê kirin ku panel Civata Nûneran vekolîna xwe heta dawîya salê bidomîne.

XS
SM
MD
LG