Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Grup Yorum, Îbrahîm Gokçek Jîyana Xwe Hinda Kir


Endamê koma muzîkê ya navdar Grup Yorum, Îbrahîm Gokçek ku roja Seşêmê navber dabû rojîya mirinê, îro Pêncşemê li nexweşxaneke Stenbolê jîyana xwe hinda kir.

Gokçek jiber zextên li ser Grup Yorumê û qedexeya darxistina konseran berî 323 rojan dest bi rojîya mirinê kirîbû

Endamên Grup Yorumê Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek, jiber ku daxwazên wan bi cîh nehatibûn, biryara rojîya mirinê dabûn.

Bolek di 3’ê Nîsan’ê de, di roja 288’an ya rojîya mirinê de jîyana xwe ji dest dabû.

Hêjayî birxistinê ye ku Grup Yorum 34 sal in li Tirkîyê muzîka rexnekir dike û pir caran dibe armanca givaştinên hêzên ewlekarîyê.

XS
SM
MD
LG