Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Amerîka Bo Aloziyên li Îdlibê Piştgirîyê Dide Tirkiyê


Herêma Îdlibê, Sûriya
Herêma Îdlibê, Sûriya

Di van rojan da, rewşa Îdlibê zêdetir aloz dibe, bi taybet piştî ku bo cara yekê di şerê nêzî 9 salan da li Sûriyê, şer û pevçûn di navbera leşkerên Sûrî û yên Tirkîyê derket 7 leşkerên Tirk û karmendekê sivîl hatin kuştin, û hejmarek ji leşkerên Sûrî jî di wan êrîşan da hatbûn kuştin.

Amerîka piştî êrîşên Tirkiyê yên li dij herêma Rojhilatê Firatê bo ser hêzên HSD'ê, cara yekê ye bi zelalî piştevaniya xwe bo Tirkiyê diyar dike.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, doh da zanîn ku hewildanên Tirkiyê li bakurê Rohilatê Sûriyê li Îdlibê, destek dikin, û ewê piştevaniyê bidin helvabenda xwe ya NATO.

James Jeffery, nûnerê taybet yê Amerîka bo pirsgirêkên li Sûriyê di axiftineka xwe da got, Amerîka nerihete ji ber guherînên li Îdlibê çê dibin û sed hezaran kesên sivîl ji sedema êrîşên leşkerê rejîma Sûrî û Rûsya koçber dibin.

Leşkerê Sûrî di çend rojan da, gelek cih û bajarên stratejî kontrol kirine ku pêşwext di destên grûbên çekdar yên tundrê da bûn.

Doh piştî 9 salan leşkerên Sûrî vegerîyan bajarê Seraqib û ket jêr kontrola artêşa rejîma Sûrî.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, dê sibê Şemiyê şandeke Rûsî serdana Tirkiyê bike û li ser rewşa aloz ya Îdlibê danûstandinan encam bidin.

Sirwan Qiçço, Rojnamevan li Washington
Sirwan Qiçço, Rojnamevan li Washington


Pirs niha ewe, ku Îdlib dê bibe sedem ku şerê zêdetirî 8 salan vegere çargoşa yekê, yan jî ewê bibe destpêka dawiyê ya çaresrîya pirsgirêkên li wî welatî!

Bo danûstandina li ser vê mijarê, rojnamevan Sîrwan Qiçço ji Washington û çavdêr û rojnamevan Mihemed Bilo ji Kobanê di bernama Hello Washington da beşdar bûn û ev mijarê gortûbêj kirin.

Mihemed Billo Rojnamevan ji Efrînê
Mihemed Billo Rojnamevan ji Efrînê


Sirwan dide zanîn ku, Amerîka her ji destpêkê li gel çareserîya siyasî bû, ew ne bi çareserîya leşkerî ra ye.

Herwiha berêz Mihemd Billo dibêje, Amerîka ji sedema encamdana sê xalan Tirkiyê li Sûriyê destek dike ew jî; bi sinor kirina zêdegaviyên milîtanên Îranê li Sûriyê, parastina ewlekarîya Îsraîlê û bi sinor kirina siyaseta Rûsya li herêmê.

Hello Washington 07 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:08 0:00


XS
SM
MD
LG