Kenalê TV yê Tirkî NTV li gor wezareta Berevaniya Tirkî ragihand ku hêzên artêşa hikûmeta Sûrî roja Duşemê di êrîşekê da li Îdlibê 5 leşkerên Tirk kuştin e.
Wezareta berevaniya Tirkî dide zanîn ku 5 leşker hatine kuştin û 5 din jî birîndar bûne dema leşkerên hikûmeta Şamê li herêma Tiftinaz li bakurê rojavayê Sûriyê êrîş encam dayî.
Tirkîyê gelek hêz hinartine herêma Îdlib û herêma ku êrîş lê pêkhatî, perpirsên Tirk ji ajansa Reuters re ragihandîye ku piştî ew bûyer pêkhatî wan derhal bersivên tund dane.
Tirkiye dixwaze bersinga pêşketinên hêzên hikûmeta Sûrî bigre ku di van rojên dawiyê da bi şêweke lezgîn pêş dikeve, û hejmarek zêde ya bajar û herêmên nû kontrol kirine ku berî niha li jêr kontrola grûbên çekdar yên Sûrî da bûn, ku xwe weke hêzên opozisyona Sûrî didin nas kirin.