Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Di Êrîşên Hikûmeta Sûrî û Rûsî de Herî Kêm 10 Kes li Îdlibê Hatine Kuştin


Piştî êrîşeke esmanî li Îdlibl (Arşîv)
Piştî êrîşeke esmanî li Îdlibl (Arşîv)

Ajansa Reutersê ji zarê jêderên xwecîhî û bizavkaran ragihand ku di encama topbarana hikûmeta Sûrî û êrîşên esmanî yên Rûsî de herî kêm 10 kes li deverên bin kontrola serhildayan hatine kuştin.

Ajansê ji zarê wan jêderan dîyar kir ku 7 ji qurbanîyan sîvîl in û di nava wan de zarokek û jinek jî hene ku di êrîşa li ser gundê Iblîn ya çîyayên Cebel el-Zawya ya başûrê Îdlibê hatine kuştin.

Du karkerên berevanîyê ji Reutersê re got ku bi kêmî ve 4 serhilda di encama êrîşên esmanî yên firokên Rûsî hatine kuştin.

Herêma Îdlibê, piştî êrîşên esmanî yên Rûsî yên sala borî, tevî ku carna pevçûn çêdibin jî îsal aramtir e û nêzî mîlyonek kes li wê derê dijîn.

XS
SM
MD
LG