Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdo Hisên: Bi Riwên Kevirî Ez Hestên Mirovan Tînim Der


Hunermend û peykersaz Îdo Elhisên, yek ji wan hunermendên ku bi dijwarî rêka xwe di nava hunerê de dît, di nav pêşbeziyek bê hempa de di warê hunerê de li bajarê Helebê ku bavebdek serekî bû di hunera Sûrî de.

Îdo Elhisên di sala 1965'an de li gundê Ehrezê/ Izaz li bakûrê Helbê ji dayik bû.

Di sala 1992'an de xwendina parêzeriyê li zanîngeha Helebê qedan û ji wê demê ve karê parêzeriyê li Helebê kir.

Ji ber hezkirina wî ji hunerê re xwendina xwe li Navneda Fethî Mihemed ya hunera bedew li Helebê qedand.

Îdo di nav hunera şêwekarî û pêkersaziyê şêwaza xwe durist kir, ku bi piranî babetên derbirînî ne û girêdana wan bi kelepora wî ya kurdî hene.

Ji sala 1996'an ve, wî dest bi çalakiyên xwe yên hunerî kir, û beşdarî çalakiyên li bajarê Helebê bû di pêşangeha" Buhara Helebê" de.

Di sala 2010'an de li galîriya Xançî, yekem pêşangeha xwe ya taybet vekiri bi navê "Veşarên Kevir."

Îdo çalakiyên xwe berdewam kirin li bajarê Helebê û ser asta Sûriyê û welatên derdorê.

Ji ber şerê Sûriyê, Îdo neçar ma û berê xwe da welatên biyan û li Parîs/Ferensa bi cî bûye û li wir hubera xwe berdewam dike.

Kevir ji Îdo re mîna giyanekî ye, ku di nava xwe de gelk raz û hestên veşatî hilaniye, ji ber wê ew herdem riwê mirov çêdike da wanrazan bîne der.

please wait

No media source currently available

0:00 0:17:58 0:00

XS
SM
MD
LG