Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Sayilgan bi Heman Îdiayan Careke Din Hat Darizandin


Rojnamevan Îdrîs Sayilgan bi îdiaya “Propagandaya Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) kirîye” li Dadgeha Cezayê Giran a Muşê hat darizandin.

Îdris Sayilgan
Îdris Sayilgan

Parvekirinên Sayilgan yên li ser medya civakî û tevlîbûnên wî yên jibo hin bernameyên televîzyonê wekî sûc di îdianameyê de hatin rêz kirin.

Sayilgan di parastina xwe ya Kurdî de, got ku ev hemî di çarçoveya xebatên rojnamevanîyê de pêk hatine û nabe wekî sûc werin dîtin.

Piştî parastinan dadgehê rûniştîn jibo 25’ê Adarê paşve xist.

Sayilgan piştî darizandinê ji Dengê Amerîka re axifî û got ev delîlên di vê rûniştinê de derketine pêşberî wî, di doza ku jê ceza wergirtî de jî hebûn.

“Bi vê dozê ew dubarê bi heman delîlan tê darizandin û ev jî li gor zagonan şaşîyeke mezin e. Di dosyaya min de hemû kar û barên rojnamevanîyê wekî sûç hatine qebûl kirin. Ez rojnamevan im û karê min jî belav kirina nûçeyan e. Min di nûçeyan de jî ti banga tundîyê nekirîye. Di van nûçeyan de jî propagandaya rêxistînê nehatîye kirin. Bi temamî divê di çarçoveya azadîya ramanê de werin nirxandin.”

Sayilgan di 17'ê Mijdara 2016’an de bi îdia ya “Endamê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê) hati bû zindan kirin û Dadgeha Cezayê Giran a Muşê jê re 8 sal û 3 meh cezayê zîndanê birî bû.

Dadgeha Heremî ya Erziromê jî ev ceza erê kir û bi sedema dem dirêj di zîndanê de maye, di 27 Mijdara 2019’an Sayilgan çberda. Parêzerên Sayilgan jî, jibo ev ceza bê batal kirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa dabûn û AHÎM’ê jî ji Tirkîyê parastin xwestibû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dosyaya doza Sayilgan niha li Dadgeha Bilind ya Tirkîyê ye tê dîtin.

AA_09_01_20_Rojnamevan Sayilgan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00


XS
SM
MD
LG