Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD’ê Armancgirtina Parêzer Jîyan Tosun Protesto Kir


Parêzer Jîyan Tosun piştî peqîna li Stenbolê ji alîyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Zafer, Adem Taşkaya ve wek “jina ku bombe peqandîye” hatibû nişandan.

Tosun, ku di heman demê de endama Komela Mafên Mirovan (ÎHD) e, bi gef û heqaretan re rûbirû ma.

Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê têkildarî hedef nîşandana Tosun û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, preskonferansek li dar xist.

Tosun di preskonferansê got ku dema ku peqîn qewimî ew ji cîhê bûyerê dûr, li taxa Kuçukçekmece bû.

“Min ji kesên ku telefon dikirin re got ku ez li buroyê nesekinîm û rewşa min baş e. Di hemî parvekirinan de agahîyên min yên şexsî bi rêya sazîyên fermî, bi kesên sêyan re hatine parve kirin.”

Tosun bi berdewamî got ku vê bûyerê ew gelek tirsand.

“Jimareyên telefonên kesên ji malbata min belav kirin. Telefona birazîyê min ê 16 salî dîtin û bi gotina 'Tu bombevan î, tuyê werî kuştin’ gef li wî xwarin. Telefona xaltîya min û gelek xizmên min kirin.”

Tosun herwiha dîyar kir ku piştî vê hedef nîşandanê, wê telefonî Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç kiriye û lê wê ti alîkarî nedaye û xwedî li wê derneketiye.

Parêzera Tosun, Jîyan Kaya jî got ku dozger serlêdana wan negirtiye.

“Me do êvarê îfadeya xwe da. Em danê sibê dîsa çûn û me parastin xwest, lê me dît ku danûstandin hîn jî nehatine kirin. Em bang li dozger dikin ku erka xwe pêk bîne. Eger tiştek were serê Tosun polîs û dozgerên ku îfadeya me negirtin, berpirsr in.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî got ku ji Duşemê êvarê û vir ve bi sedan kes bi telefonê gefan li wan dixwin.

“Ji hejmarên xwe telefon dikin. Ev dewleteke çawa ye? Dewlet li ku ye? Dewlet tenê li dijî me ye? Em bang li Walîtîya Stenbolê dikin. Divê walî û Soylu demûdest daxuyanîyê bidin û bêjin nûçe derew in."

Hêjayî gotinê ye ku Baroya Stenbolê piştî du rojan di derbarê hedef nîşandana endama xwe Jîyan Tosun de li ser Twitter’ê daxuyanîyek belav kir.

"Piştî peqîna Îstiklalê parêzera endama baroya me kirin armanc. Li gor Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa reşkirina kesekî/ê dijî qanûnê ye. Loma divê derbarê kesên bûne sedema vê yekê de lêpirsîn were destpê kirin.”

MEB_11_16_22_Hedefnisandana_Parezer_Jîyan_Tosun
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00
XS
SM
MD
LG