Endama kongresa Amerîkî û nûnera Minnesota, Îlhan Omer ku Amerîkî ya ji regez Misliman û weke kesek bi daxûyaniyên xwe yên dije-samî-cihuyan tê naskirin, di kongresê de dibe sedema derkirina biryarekê ku tê texmîn kirin roja Pêncşemê di kongresê de deng li ser wê biryarê bihê dan.
Biryara ku dê derkeve li dijî her daxûyaniyekê ya antî-samîyan ya jî helweseteke regezparêzî û nijadparêziyê be.
Ji çavkaniyên di nava Kongresê de hatiye zanîn ku seroka Kongresê Nancy Pelosi û rêberêpiraniyan di Kongresê de Steny Hoyer di civînek girtî de ku rêberên partiya Demokrat di beşdarbûn gotine ku bi zelalî roja Pêncşemê dê biryarek li Kongresê bikeve dengdanê ku alîgirî û nijadparêzî tê red kirin, ger ku heta li dij mislimana bin jî.
Dihat texmîn kirin ku biryar roja Çarşemê bikeve dengdanê lê piraniya Demokratan jibo sibê roja Pêncşemê paş xistîye.
Ilhan Omer ya ku misilmanek Somalî ye bi tundî ji aliyê partîya wê bixwe ve hat rexnekirin piştî ku dabû zanîn ku Amerîkî hene alîgirên Îsraîlê ne û ew bi"berjewendîparêziya welatek biyanî" tawanbar kir bûn.
Îlhan Omer ya 37 salî meha Şiwata bûrî daxwaza lêbûrinê kir bû, dema got bû Komarî piştevaniya Îsraîlê dikin jiber ku Civaka Amerîkî-Îsraîlê pere dane Komarîyan di kampeyna hilbijartinan de".
Ilhan çendîn care Demokratan di kongresê de şerminde derdixe jiber daxûyanî û helwestên wê yên dijî cihuyan.
Ji hejî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên Nîv termê de du jinên Misliman weke endamên Kongresa Amerîka hatin hilbijartin, bo cara yekê ye ku misliman bikevin Kongrese