Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Ayasofya ji 1453’an vir ve di Hişê Min de Mizgeft E


Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu Li Ser Statûya Nû ya Ayasofya Çi Got?

Li Tirkîye biryara statûya Ayasofya (Hagia Sophia) ji alîyê dadgeha Dadgeha Civata Dewletê (Daniştay) ya Tirkîyê ve hat guhartin. Ayasofya piştî 86 salan careke din ji muzexayê bû mizgeft.

Ev biryar hem di rojeva Tirkîyê hem jî di rojeva cîhanê de cîhek mezin girt û nîqaş, rexne û daxuyanîyên li ser statuya nû ya Ayasofya jî didomin.

Jiber ku Ayasofya jibo Krîstîyanan cîhekî pîroz tê dîtin, ku berî 1660 salan ew wek dêr hatibû ava kirin, rexneyên civaka Krîstîyanan zêde çêbibin.

Lê, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku mizgefta Ayasofya dê 24’ê Tîrmehê roja Înê jibo nimêjê were vekirin.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku endamê CHP’ê yê, got ku Ayasofya ji sala 1453’an vir ve di mejî û hişê wî de mizgeft e.

“Yên ku niha bi Ayasofya re eleqedar in haya wan ji statuya Ayasofya tune ye. Ev kesan dibêjin nimêja yekê dê 24 Tîrmeh’ê de were kirin. Lê ev 30 sal e li Ayasofya rojê 5 caran ezan ango bang tê kirin û nimêj li mescida Abdulmecîd ya li hindurê Ayasofya tê kirin.”

Îmamoglu gotina Erdogan ya berîya salekê ya jibo Ayasofya jî bi bir xist ku digot “ger Ayasofya bibe mizgeft dê berdelên wê hebin.”

“Li welatên cûrbicûr bi hezaran mizgeftên me hene. Yên ku dibêjin bila Ayasofya jibo îbadetê were vekirin jibo van mizgeftan din çi difikirin? Eger dewletên din heman gavan jibo mizgeftên me bavêjin wê çi bibe?’

Îmamoglu herî dawî got ku ger wergerandina statuya Ayasofya jibo gel û welat hem madî û hem jî manevî baş be û rêzdarîya welatê min pêş bixe, heta dawi ezê pişt vê biryarê bisekinim.’’

MEB_07_13_2020_Îmamoglu_Ayasofya
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG