Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu Newroza Hevseroka HDP’ê Buldan Pîroz Kir


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi rêka telefonê Cejna Newrozê ya Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan pîroz kiriye.

Li gor daxuyanîya HDP’ê, Îmamoglu di telefonê de dîyar kiriye ku hewildanên ser girtina HDP’ê û bidawîkirina parlamanterîya Omer Faruk Gergerlîoglu dijî demokrasîyê ye.

HDP’ê da zanîn ku Xanim Buldanê jî Cejna Newrozê ya Îmamoglu pîroz kiriye û gotiye ew bi hestên demokrasîyê ligel hev in.

Şandeyeke HDP’ê pêr Çarşemê, serdana Ekremoglu kiribû û tabloyeke Kawayê Hesinkar, ku wek sembola Newrozê tê zanîn, dîyarî dabû wî.

XS
SM
MD
LG