Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Netanyahu Bo Îmaratan Hat Paşxistin


Alayê Îsraîlê Û Îmaratan
Alayê Îsraîlê Û Îmaratan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de ragihand ku serdana xwe ya roja Pêncşemê bo Îmaratan paşxistîye, piştî ku Urdonê rê neda firênên li esmanê wê, ev jî hişyariyek kêm carî rû dide jiber helwestek wê ya derbarê rewşa aliyê nakokbar yê bajarê pîroz Qudsa rojhilat.

Amadekariyên serdanek di asta bilind de bû, jibo Abu Dhabi berî ku hilbijatinên Îsraîlê yên 23ê Adarê pêk bihên, ku da ciyê Netanyahu bihêz bike ku muhra xwe li normalîze kirina têkiliyên Îsraîlê-Îmaratan bide ku sala par peyman hatbû îmza kirin.

Gîrobûna destûrdana firîna firoka Netanyahu di esmanê Urdonê re "Weke diyar" pûçkirina serdanê bû, jiber serdana Prensê Cîgir Emîr Husên Bin Abdullah û jiber serûberê rewşa ewlekariyê li komelgeha Mizgefta Al-Aqsa li Quds/Orşelîmê bû, weke daxuyaniya ji ofîsa serokwezîr Netanyahu derketî dibêje.

Razîbûna firîna firoka Netanyahu şûn de hat, lê dem direng bû jiber guhertina hêla firînê ya ku Netanyahu da li gor wê serdana Îmaratan bike.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh mediya Îsraîlê dabû zanîn ku Netanyahu dê berî hilbijartina 23ê Adarê serdana Îmaratan bike, lê Îmaratan bi şêweke fermî serdana plankirî piştrast nekirbû.

Paşî Netanyahu got wî û prensê Abu Dhabî Şêx Mohemd bin Zayid Al-Nahyan li hev kirîye ku serdan jinûve bihê plan kirin û derbarê weberhênanê û xebatên hevkariyê yên li dij vîrusa korona axiftine.

XS
SM
MD
LG