Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmarat Qanûna Qedexeya Têkiliyên bi Îsraîlê re Pûç Dike


Mîrgehên Yekgirtî yên Arabî roja Şemiyê biryar da ku ew qanûnan berî niha ya qedexe û birîna têkiliyên bi Îsraîlê re nehêle û ew qanûn hat pûç kirin.

Serokê Dewleta Îmaratên Arabî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nihyan, roja Şemiyê mersûmek fermî derxist û qanûna federal ya ku sala 1972ê hatbû dan ku taybet bû bi birîn û qedexeya têkiliyan bi Îraîlê re û sizayên têkildarî wê qanûnê pûç kirin, ev jî di çarçova peymana başkirina têkiliyên bi Îsraîlê re pêkhat.

Ajansa fermî ya Îmaratan dibêje"qanûna nû di çarçovê xebatên Mîrgehên Arabî yên Yekgirtî da tê, da ku têkiliyên dîplomasî û bazirganî yên bi Îsraîlê re bihên berfireh kirin, jibo nexşeriya başkirina têkiliyên hevbeş û gehiştina têkiliyên dualî û di warê pêşxistina aborî û bihêz kirina afirandinên teknolojî da".

Piştî ku qanûna berê ya birîna têkiliyên bi Îsraîlê hat pûç kirin, niha kompanî û kesatiyên Îmaratan dikarin peymanan li gel deste, sazî û kompaniyên Îsraîlê îmza bikin.

Li gor qanûnana nû rê tê dan ku her sazî, kompanî û kesayetiyên Îmaratan dikarin serederiyê ligel sazî û kompaniyên Îsraîlê bikin, bi armanca hevkariya aborî, malî û her karekê din.

Herwiha rê tê dan ku hemû berhemên Îsraîlê û lihev guhertina bazirganî pêk bên û berhemên Îsraîlê bikevin bazarên Mîrgehên Arabî yên Yekgirtî.

Nîva meha Tebaxê 2020ê Îmaratan "Peymana Aştiyê" bi Îsraîlê ra îmza kirîye, peyman bi hevkariya Amerîka pêkhatbû û Îmarat dibe welatê yekê yê Kendavê ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê ra baş dike.

XS
SM
MD
LG