Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kabîneya Îmaratan Damezrandina Balyozxaneyeke ya Orşelîmê Erê Dike


Alên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat)
Alên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat)

Kabîneya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) îro Yekşemê damezrandina balyozxaneyeke ya li Orşelîm/Qudsê ya paytexta Îsraîlê pejirandîye, weke mediyaya dewletê radigihîne.

Hevdem Îsraîlê jî dîyar kir ku wan balyozxaneya xwe li Ebû Dhabî vekirîye. Derbarê balyozxaneya Îmaratan ya li Îsraîlê bêtir agahdarî nehatin dayîn.

Di daxuyanîyeke wezareta karên derve ya Îsraîlê de hat ragihandin ku balyozxana Îsraîl ya li Ebû Dhabî, piştî erkdarkirina balyoz îro Yekşemê bi fermî hatî ye vekirin.

Herwiha di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku balyozxana Îsraîlê heya ku avahîyek domdarî were dîtin, ewê li cîhek demkî xizmetên xwe pêşkeş bike.

Di nava Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîle de bi navbeynkariya Amerîka di 13'e Tebaxê de bo normalkirina peywendîyên dîplomatîk peymanek hatibû îmza kirin.

Ji hingê ve heya niha Bahreyn, Sûdan û Mexrîb (Fas) di 2020'an de bi navbeynkarîya rêveberî ya serokê berê yê Amerîka Donald Trump, dest bi peywendîyên baş bi Îsraîlê re kirin.

Hikûmeta Îsraîlê, Orşelîmê wek paytexta xwe dinirxîne, her çend ew ji hêla piranîya civaka navneteweyî ve nayê pejirandin jî .

Fîlîstînî jî Qudsa Rojhilat wek paytexta dewletek Fîlîstînê ya siberojê dibînin. Pîranîya welatan balyozxaneyên xwe birine Orşelîm/Qudsê.









XS
SM
MD
LG