Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmarat Dibêje, Serokê Afganîstanê Eşref Ganî Li Welatê Kendavê Ye


Serokê Afganîstanê Eşref Ganî
Serokê Afganîstanê Eşref Ganî

Wezîrê Karên Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) îro Çarşemê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku serokê Afganîstanê Eşref Ganî li welatê wan e.

"Wezareta Karên Derve û Hevkarîya Navneteweyî ya Îmarat'ê dikare piştrast bike ku Îmarat jiber sedemên mirovahî pêşwazîya serok Eşref Ganî û malbata wî kiriye, " wezîr got.

Hêjayî bîr xistinêye ku serokê Afganîstanê Eşref Ganî roja Yekşemê ji welêt revîyabû, piştî Talîban ketibû paytext Kabulê û hikûmeta federal têkçû û her wiha ji wê demê û vir ve, di derbarê wî de ti agahdarî tunebû.

Dr Abdullah Abdulah dema Talîban ket Kabul û Eşregf Ganî diyar nemabû, di daxuyainyeke tomarkirî ya Videoyê de Serokê Encûmena Ewlekariya netewî ya Afgnasitanê Abdullah Abdullah Eşref Ganî rexne kir û got wî di demek dijwar de welat bicih hişt.

XS
SM
MD
LG